Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Piştî telefona Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî biryar hat dan ku girtiyên Kerkûkê werin azadkirin

Hewlêr-KDP.info-  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokwezîrê hikûmeta federal a Iraqê, peywendiyekî telefonî pêkanîn û piştî wê peyvendiya telefonî biryar hate dayîn ku hemû girtiyên Kerkûkê bên azadkirin.

Îro 13.10.2021ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê hikûmeta federal a Iraqê Mistefa Kazimî peyvendiyekî telefonî pêkanîn. Di wê pêwendiya telefonî de guftûgo derbarê rewşa bajarê Kerkûkê de hatin kirin ku piştî serkeftina proseya helbijartinê, ji aliyê hin kesan ve hewla derxistina tevlihevî û binpê kirinan ên bi armanca têkdana serkeftina proseya dengdanê pêkhatin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Iraq a federal hem nêrîn bûn li ser wê yekê ku rê ji ti kes û aliyekî re neyê dayîn ku tevlihevî û binpê kirinan pêkbînin û ziyanê bigehînin rûniştvan, mulk û malên giştî. Ji bo wê jî pêwîste di demekî kurt de dawî bi rewşa ewlehiyê ya nayê xwestin li Kerkûkê pêkhatiye bê.

Serokwezîrê Iraq a federal jî biryar da hemû girtî yên li Kerkûkê bên azad kirin.