Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Serkeftina PDK li Kerkûkê nîşana dilsoziya xelkê Kerkûkê ye bo rêbaza Barzanî û kurdbûnê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya serkeftina PDKê di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de peyameke belav kir û ragihand, “Serkeftina kandîdên PDKê li Kerkûkê bi vê rêjeya bilind, nîşana dilsoziya xelkê Kerkûkê ji rêbaza pîroz a Barzanî û berxwedana Kurdatiyê re ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya serkeftina berçav a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, germtirîn pîrozbahî li Cenabê Serok Barzanî, serkirdatî, endam, alîgirên PDKê û xelkê Kurdistanê dikim, bi taybetî pîrozbahiyê li serkeftina nûnerên Kurd li Kerkûkê Dilê Kurdistanê dikim ku careke din çespandin ku nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, “Serkeftina kandîdên PDKê li Kerkûlê bi vê rêjeya bilind, nîşana dilsoziya xelkê Kerkûkê ji rêbaza pîroz a Barzanî û berxwedana Kurdatiyê re ye.”

Herwiha Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Spasiya xwişk û birayên Êzidî dikim ku li navçeyên xwe û li devera Şingalê piştevaniya xwe ya bihêz ji PDKê re dubare kirin, bi dilniya PDK jî wek her dem, dê berevanîkarê bihêz ê mafên wan be.”

Di peyamê de hat gotin jî: “Herwiha pîrozbahiyê li aliyên din ên serkeftî yên van hilbijartinan dikim û hêvîdar im em hemû bi hev re bikarin kar ji bo berjwendiyên bilind ên gel û niştiman bikin, ji bo cibicîkirina temamê destûrê û bidestanîna aramiya siyasî, aborî, ewlehî û hevbeşiya rasteqîne li ser asta Iraqê, bi armanca bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê.”