Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî dengê xwe da: Divê hemû hêzên Kurdistanî li Bexdayê yek bin

Hewlêr-KDP.info- Serê sibeha îro Yekşema 10.10.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li yek ji binkeyên dengdanê yên ji bo hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê, dengê xwe da.

Piştî proseya dengdanê jî di civîneke rojnamevaniyê de Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek da û wiha got: “Îro li vir me deng ji bo berbijêrê xwe yê ji bo Parlemena Iraqê da, hêvîdar im ev hilbijartin bi xêr û xweşî ji bo hemû Iraqê vegerê, hêvîdar im em hemû wekî mafeke yasayî û demokrasî erkê xwe bi cîh bînin û em hemû pêkve îro li seranserê Iraqê biçin ser sindoqên dengdanê û ew mafê ku me heye wekî proseyeke demokrasiyê bi cîh bînin. Bi hêviya wê yekê ku ev hilbijartin bi xêr û xweşî ji bo hemû gelê Iraqê vegerê û hêvîdar im bi hêviya xwedê yên diçine Parlemena Iraqê ji hemû aliyekî ve karibin dakokiyê li ser mafên hemû Iraqê bikin û êdî şahidê wê yekê bîn ku ji hemû aliyekî ve rewşa Herêma Kurdistanê, rewşa hemû Iraqê ber bi baştir ve biçe. Hêvî dixwazim hilbijartineke serkeftî bê ji hemû aliyekî ve”.

Paşê di bersiva pirsiyarekê de wiha got: “Ewê em li Herêma Kurdistanê dixwazin û piştî temambûna hilbijartinê hêviya wê yekê dixwazim ku hemû hêzên Kurdistanê pêkve li Bexda komdeng bin ji bo dakokîkirina li ser mafên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa Federalî de. Herwiha em hêvîdar in Parlemen û Hikûmeta pêşerojê ya Iraqê gelek bi ciddî hewl bidin ji bo çareserkirina kêşeyên hemû Iraqiyan. Me herdem gotiye û em dakokiyê li ser wê dikin ku gelê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir ya ji niha heye. Gelê Iraqê pêwîstî bi wê yekê heye bi ciddî hewl bê dayîn rewş wî baştir bibe, bi taybetî jî ji aliyê abûriyê ve, ji aliyê helakar ji bo lawên Iraqê. Em hêvîdar in ev hilbijartin giraniyeke ciddî bixe ser meseleya peydakirina derfeta kar ya ji bo lawan, li ser nehiştina gendelî, li ser dirustkirina damezraweyên Iraqê bi rêkupêkî, Herêma Kurdistanê jî wekî erkê xwe di çarçoveya Iraqê de, di çarçoveya destûr de wan hemû erkên ku li ser heye, bi hêviya xwedê bi cîh bike”.

Di derbarê wê yekê ku yekem kes bûye li ser asta Serokayetiyên Iraqê deng bide, her wiha di derbarê peyama wan ya ji bo Iraqê, Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Kêfxweş im bi wê yekê, yekem kes bûm min deng da. Kêfxweş im û ez bawer im eve mafeke yasayî ya her kesekî ye ku dengê xwe bide. Peyama me ji bo hemû gelê Iraqê, peyama aştiye, peyama birayetiyê ye, peyameke ku em hemû divê pêkve hewl bidin rewşa Iraqê ber bi baştir ve bibin, em hemû di yek papurê (keştiyê) de ne û pêwîst e em hemû hewleke ciddî bidin ku bi hêviya xwedê Iraq biser bikeve”.

Di derbarê rengdana bangeşeya hilbijartina aliyên Kurdistanê li ser yekrêziya li Bexda û pêngavên Serokayetiya Herêma Kurdistanê di vê derbarê de, Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Bêguman bangeşeya hilbijartinê bidawî hat û îro jî hilbijartin e û bi hêviya xwedê ev hilbijartin jî ji hemû aliyekî ve li hemû Iraq û li Herêma Kurdistanê jî bi başî û bêpirsgirêk derbas bibe. Pêngava yekem ew e em piştî vê hilbijartinê aliyên siyasî yên Kurdistanê vedixwînin û guftûgoyeke ciddî dikin li ser wê yekê ku em karibin bi çi awayekê beşdar bibin, karii bi çi awayekê di hikûmeta pê ya Iraqê de em hemû pêkve beşdar bibin û pêngav wiha dibe ku em wan vedixwînin û bangehêşt dikin ji bo Serokayetiya Herêma Kurdistanê, axaftinê li gel wan dikin, li gel hemû aliyan, bi hêviya wê yekê ku em hemû li Bexda pêkve bîn ji bo dakokîkirina li mafên Herêma Kurdistanê.”

Di bersiva pirsyareke din ya di derbarê hewlên ji bo vegerandina baweriya di navbera welatiyan û desthilat de piştî hilbijartinê, Serok Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Armanca me ew e ku ew bawerî bê dirustkirin, rast e, lê belê eger temaşayê bûyerên Iraqê bikin bangeşeya hilbijartinê wekî carên din nebû li dijî Herêma Kurdistanê, ev bi xwe tişteke baş e, ez bawer im ewê bi awayeke giştî her Hikûmetek bê ser kar li Bexda, divê giraniyê bixe ser wê yekê ku çawa karibe xizmetguzariyê peyda bike ji bo welatiyên hemû Iraqê. Ez bawer im xelk westiya ne, xelk ji destê van hemû dirûşmên bê naverok westiya ne, xelk dixwazin bizanîn bi ciddî çi tê kirin û xelkê Iraqê wekî min behs kir bi awayeke giştî hêjayî jiyaneke baştir in. Hêvîdar im ev hikûmet û Parlemen cûda bê, hêvîdar im giraniyê bêxe ser wan aliyan ku çawa dikarin wê baweriyê li gel hemû gelê Iraqê dirust bikin, çawa dikarin wan tiştên mebest xelke ji bo wan bi cîh bikin, ez bawer im eve mezintirîn gef e ku li Hikûmeta were dibe bi ciddî kar li ser bêkirin”.

Di derbarê pêşeroja peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda piştî hilbijartinan Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê wekî herêmeke destûrî li çarçêweya Iraqê da heye, Herêma Kurdistanê xwazyarê eweye wan hemû kêşeyên heta niha mane û hene bi guftûgo û li ser masa guftûgoyê li gel Bexda bê çareser kirin. Berê jî Herêma Kurdistanê ew siyaset hebu, niha jî Herêma Kurdistanê ew siyaset heye. Herêma Kurdistanê dizanê hem maf û hem erk jî heye li çarçêweya Hikûmeta Federaliya Iraqê da, li vê çarçêweyê da Herêma Kurdistanê dixwaze wan kêşeyên mane û ew kêşeyên hene bêne çareser kirin. Ewê ji bo Herêma Kurdistanê girînge, aramiya siyasiya Iraqê gelek girînge, ez bawerim bi çareserkirina wan kêşeyên li navbera Bexda û Hewlêrê da hene, dikarin bigihin wan armancê ku armanceke hemû gelê Iraqê sûd jê dibînîn”.

Di derbarê bandora hilbijartinê li ser pêgeha Kurd li navçeyên kêşe li ser û vekirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê li wan navçeyane, rêzdar got: “Eve hengaveke dirust bû, hengaveke dirust bû ji ber ku her kes û hizbek li gor yasa mafê xwe heye bangeşeya hilbijartinê bike, ew hengave girîng bû ji bo bangeşeya hilbijartinê, lê belê babeta vekirina baregeha partiyek nîne li Kerkûk yan li cihên din, me maddeyeke destûrî heye ku li destûr da nivîsiye ew jî maddeya 140 e, Herêma Kurdistanê dixwaze li çarçêweya Iraqê da wê maddeya destûrî bi cîh bike, bi bi cîhkirina maddeya 140 ya destûr, ez bawerim hem aramiya li wan navçeyan zêdetir dibê û hem xelk jî zêdetir li hemû Iraqê xweşhal dibin ku bibînin kêşe hatibin çareser kirin”.

Di derbarê girîngiya rola Kurd li Bexda û hilbijartinên pêşerojê ya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Gelek girîng e Kurd yekgirtî bin û pêgeha me li Iraqê bihêz be. Kurd wekî neteweyeke serekî li Iraqê de dijî, ji bo wê yekê rola Kurd piştî sala 2003 li Bexda gelek girîng bûye û em dixwazin vê rolê neku tenê ji bo Herêma Kurdistanê bê, pirs tenê Herêma Kurdistanê nîne, em dixwazin rola xwe bibînin ji bo başkirina rewşa Iraqê bi giştî neku tenê Herêma Kurdistanê. Ewê nûnerên me li Bexda dikin tenê ji bo Herêma Kurdistanê nabe, belku hewla xwe ya ciddî li hemû aliyek ve didin heta rewşa hemû Iraqê baştir bibê, rewşa gelê Iraqê baştir bibê û ji wan êşên niha tê de ye bi hêviya xwedê derbiçê. Ewê din, belê hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî têne encamdan û hê jî ew dem maye, lê belê bêguman hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî wekî wê yekê li yasada heye, li Herêma Kurdistanê jî bê bi cîh kirin”.