Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îsmaîl Bêşikçî: Bihêzbûna PDK qazanceke mezin e ji bo hemûyan

Hewlêr-KDP.info- Bîrmend, nivîskarê Turk û dostê dêrîn ê gelê Kurd Îsmaîl Bêşikçî dibêje, Mesûd Barzanî serokekî Kurdan e ku berjewendiyên Kurdan û xelkê Kurdistanê diparêze.Herwiha dibêje, Bihêzbûna PDK qazanceke mezin e ji bo hemûyan.

Îsmaîl Bêşikçî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema em berê xwe didin rewşa Kurdan di 60 salên borî de, em dibînin ku vî miletî gelek destkeft di van salan de bidest xistine, lê dema em berê xwe didin quraniyên vî gelî em dibînin ku destkeftên wan ne li gorî qurbaniyên wan in. Niha li Herêma Kurdistanê rêveberiyek heye ku destkefteke pir mezin e û divê Kurd ji bo navçeyên xwe yên ku hatine veqetandin bi israr bin.”

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî, Bêşikçî wiha got: “Gerek Kurd bibin yek û pêkve ber bi hilbijartinan ve biçin, ew jî ji bo ku Kurd li Bexdayê bihêzî nûneratiya xwe bikin.”

Îsmaîl Bêşikçî dibêje, Mesûd Barzanî serokekî Kurdan e ku berjewendiyên Kurdan û xelkê Kurdistanê diparêze.Herwiha dibêje, piştgîriya Kurdan ji bo Serok Mesûd Barzanî ji aliyekî û ji aliyekî din ve bihêzbûna PDK, qazanceke mezin e ji bo hemûyan.