Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî: Ev 75 sal in ku PDK li ser lingê xwe ye û bergîriyê li Kurd û Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî di civînekê de ligel mamosteyên zanîngehan li Hewlêrê, got hemû binkeyên cemawerî yên Kurdistanê bingeha avakirina dewletekê ne, ku ji zû de PDK xebatê ji bo wê dike. Mîranî herwiha got, ev 75 sal in ku PDK li ser lingê xwe ye û bergîriyê li Kurd û Kurdistanê dike.

Fazil Mîranî wiha got: “Ev partiya ku Barzaniyê nemir rêbertiya avakiria proseya wê kiriye, ev 75 sal in ku li ser lingê xwe ye û bergîriyê li Kurd û Kurdistanê dike. Em dixwazin nûnerên PDKê biçin Bexdayê ji bo ku em vê qonaxa dijwar derbas bikin û komek hêviyên me hene û em dixwazin ev hêvî bicîh werin.”

Mîranî wiha domand: “PDK bi dirêjahiya dîrokê hiştiye ku Kurd bi rêberatiya PDK bibin xwedî dirêjtirî dem ji rêveberiya Kurdan, ku ev yek di dîrokê de çênebûye. Ev yek jî li ser destê Barzaniyê nemir û serkirdatiya Şoreşa Îlonê ya sala 1975 bû, ku wê demê projeya fedraliyê ji bo Kurdistanê hat danîn. Lewma niha mafê me PDK heye ku em behsa xwe bikin, ji ber pişta me bi lêveger û serkirdatiya me bihêz e. PDK ya hemû xelkê Kurdistanê ye.”