Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK Cejna Cemayê li Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya hatina Cejna Cemayê ya xwîşk û birayên Kurdên Êzdî, Polîtbîroya PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Polîtbîroya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Hêvîdar in ku Êzdî vê cejinê bi xweşî û aramî birêkin û hersal bi xêr û xweşî be. Bi vê boneyê em tekeziyê li ser giyanê birayetî û pêkvejiyanê dikin, ji bo ku hemû alî ber bi pêşerojeke aramtir ve biçin û zêdetir welatê xwe pêş û xweş bikin û destkeftê zêdetir bidest bixin.”

PDK dibêje: “Em wek hercar piştevaniya xwe û Serok Barzanî bo daxwazê rewa yên xwîşk û birayên Kurdê Êzdî nîşan didin, ew jî ji bo çareseriya bi temamî ya pirsgirêka navçe û gundên Kurdên Êzdî û bidestxistina aramî û avadaniyê.”

Polîtbîroya PDKê wiha domand: “Em hêvî dikin xwîşk û birayên me yên Êzdî bi germeke niştîmanperwerî di hilbijartinan de beşdar bibin û nûnerên xwe ji nava berbijêrên PDKê hilbijêrin ji bo ku pêşeroja xwe garantî bikin û careke din rastî derdeserî û karesatan nebin.”