Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Komîteya Hilbijartinan a PDKê: Berdewambûna binpêkarinên PKKê tawan e û êdî nayên qebûlkirin

Hewlêr-KDP.info- Komîteya Bilind a Hilbijartinan a PDKê li dijî rêgiriyên PKKê li kandîdên PDKê li sînorê Şingal û Neynewayê nerazîbûn nîşan da û daxwaz ji hikûemta Iraqê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dike, ku demildest van rêgiriyên çekdarên PKKê û binpêkariyên wek vê li devera Şingalê û sînorê parêzgeha Neynewayê rawestînin û binpêkaran ceza bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “demjimêr 11ê berî nîvroya roja Şemiyê 2ê Cotmeha 2021an li devera Şingalê , aliyekî çekdar ê ne Iraqî bi zora çekê û gefan rêgirî li berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê kir ku dixwestin ji bo bangeşeya hilbijartinên parlamentoya Iraqê serdana deverê bikin.

Ew hêza çekdar demeke dûr û dirêj e li vê navçeyê bi awayekî ne yasayî xwe ferz kiriye û rêgir bûye jibo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera xelkê bo navçeya xwe. Herwiha beşek jî bûye ji çêkirina aloziyan û bûye asteng li pêşiya cîbicîkirina rêkeftina navbera Hikûemta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bo asayîkirina rewşa Şingalê.

Gelek cihê mixabiniyê ye, hêzeke nerewa û ne Iraqî biakre bi hêsanî rê li asayîbûna jiyana devera Şingalê bigire û di heman demê de jî rêgir be li pêşiya bangeşeya hilbijartinê û azadiya derbirîna nêrînê ku mafê herî giring ê destûrî û demokratîk ên pêkhateyên Iraqê ye. Li gor benda 38 a Destûra Iraqa Federal û benda 22 a Yasaya Hilbijartinên Iraqê, hikûemta Iraqê pabend e bo parastina kandîdan û tevahiya proseya hilbijartinê. Xemsariya hikûmeta federal û sîstema emnî ya niştimanî û aliyên peywendîdar li beramber wan kiryarên ne rewa û ne di cih de yên çekdarên PKKê cihê matmayînê ye.

Em bang li hikûmeta Iraqê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a wî welatî dikin, ku demildest demildest rêgiriyên PKKê û binpêkirinên wek wan li devera Şingalê û sînorê parêzgeha Neynewayê rawestînin û binpêkaran jî siza bidin û atmosfereke guncaw bo pêkanîna mafên xelkê û proseya demokratîk a hilbijartinê biafirînin. Berdewambûna wan binpêkariyan tawan e li bermaber proseyê û mafên xelkê û endam û alîgirtên Partiya Demokrata Kurdistanê û êdî nayê qebûlkirin.

Komîteya Bilind a Hilbijartinan a PDKê

3.10.2021”