Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî got, serkeftina PDK garantî ye ji bo parastina destkeftên Kurdistanê û eger PDK li Bexdayê bihêz be dê Herêma Kurdistanê jî li wir bihêz be.
Nêçîrvan Barzanî di kampanya PDKê ya cemawerî de li bajarê Hewlêrê beşdar bû û tê de gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de daxwaz ji cemawer û alîgirên PDKê kir ku ji bo hilbijartinên vê carê yên Iraqê bihevre kar bikin ji bo ku PDK mezintirîn serkeftin bidest bîne.
Nêçîrvan Barzanî got ku serkeftin û bihêziya PDK di van hilbijartinan de garantî ye ji bo maf û destkeftên Herêma Kurdistanê. Herwiha got, bihêzbûna PDK li Bexdayê bihêzbûna Herêma Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî got jî, heya ku PDK bihêz be dê Kurdistan bihêz û avedan be û heya ku PDK xwedî vî cemawerê dilsoz be dê herdem serkeftî be. PDK xwedî ezmûn û hikmraniyeke dewlemend e û PDK gelek destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bidest aniye. PDK bihêz diçe Bexdayê ji bo ku bergîriyê li maf û destkeftên xelkê Kurdistanê bike û ji bo ku pêşerojeke baştir ji bo xelkê Kurdistanê misoger bike.