Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka stratejîk û berdewam in

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê kir û beşdarî merasîma 10emîn salvegera vekirina konsulxaneyê bû û gotarek pêşkêş kir û di wê gotarê de got, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka stratejîk û berdewam in. Herwiha got jî ku ew geşbîn e bi pêşeroja pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de tekezî li ser parastina nirxên hevbeş ên Kurdistan û Amerîkayê kir û ragihand; hebûna konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li ser asta cîhanê li Hewlêrê, sembolek e ji bo pêbendiya Amerîkayê li hember Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî diyar kir; Serokê Amerîkayê Joe Biden di destpêka îsal de ji Serok Barzanî re ragihand ku "em pêkve hevpeyman û dost bûn û zêdetir jî pêkve dibin û nirxên me yên hevbeş hene".

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Di şerê DAIŞê de, yekem bombebarana DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve, 14 mîl ji vê derê dûr bû, me berevaniya xwe kir û li dijî DAIŞê şer kir, da ku em nirxên xwe û yên Amerîka û cîhanê biparêzin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Di sala 1991ê de Amerîka û hevpeymaniya navdewletî hevpeymaniyeke mezin ava kir, da ku gelê me biparêzin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di sala 2003an de em ji bo jinavbirina Sedam Husên piştevan bûn, di sala 2005an de jî Amerîka û civaka navdewletî alîkarî kirin, da ku rewşek li Bexdayê çêbibe û pêkvejiyan û demokrasî pêk were.”

Serokwezîr behsa wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê pêbend e bi bingehên xwe, lê şerê DAIŞê bi dawî nebûye.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller jê re ragihandiye ku Amerîka li ser asta cîhanê konsulxaneya herî mezin li Hewlêrê vekiriye, ev avahî û ev konsulxane dê bibe sembolek ji bo pabendiyên Amerîkayê li hember Kurdistanê.