Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Awusturya li Urdin û Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu alî li ser rewşa Şingalê û astengên li pêşiya asayîkirina rewşa wê deverê axivîn.
Îro Çarşema 22.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Oskar Wüstinger Balyozê Awusturya li Urdin û Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Awusturya de tekez li ser pêşxistina peywendiya dostaneya di navbera herdû aliyan û berfirehkirina peywendiyên li warê bazirganî û veberhênanê kirin.
Her di vê hevdîtinê de Balyozê Awusturya pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstên DAIŞê kir û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê bilind nirxand.
Her di vê civînê de tîşk xiste li ser gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinên meha Cotmeha bê ya Iraqê û herdu alî hêvî xwestin hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bibe sedemek ji bo baştirbûna rewşa giştî ya Iraqê û pêkanîna xwesta welatiyan ya ji bo guhertinan.
Rewşa Şingalê û astengên li berdem asayîkirina rewşa Şingalê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.