Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Perwerdeyê Brîtanya civiya

London-KDP.info- Piştî nîvroya îro în 17.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê li gel birêz Nedîm Zehawî Wezîrê Perwerdeyê Brîtanya civiya.

Li civînek da Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li postê wî yê nû da li birêz Zehawî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û got: Cihê şanaziye ku dibînîn ji bo yekemcare Kurdek li Brîtanya li warekî girîng da dibê Wezîr û li gelek warên jiyana siyasî û kargêriyê da serdikevê. Her wiha girîngiya sûdwergirtina Herêma Kurdistanê li ezmûn û serkeftinên Brîtanya li warê perwerde û xwendinê da dûpat kir, bi taybetî jî li warê xwendina pîşeyî da ku ji bo Herêma Kurdistanê gelek pêwîst û girînge.

Ji aliyê xwe ve birêz Nedîm Zehawî xweşhaliya xwe bi serdan û hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî ku yekem şanda fermî ya derveyê Brîtanyaye piştî destbikarbûna wî ya wekî Wezîrê Perwerde pêşwaziyê lê dike û li gel wan da dicive. Her wiha tekez li ser amadehiya Brîtanya ya ji bo hevkariya li gel Herêma Kurdistan û Iraqê li warê Perwerdeyê da kir û ragihand Herêma Kurdistanê jî wekî welatên dinê Rojhilata Navîn, dikarê li warê karên me yên hevbeş sûdmend bibê.

Danustandina bîr û ramanên di derbarê rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.