Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîra Derve ya Brîtanya: Emê berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Londonê ye, li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya. Truss dûpat kir ku Brîtanya dê berdewam be li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Liz Truss kir û pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiyê yên li gel Brîtanyayê li gel Liz Truss dûpat kir.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss jî dûpat kir ku Brîtanya pabend e û berdewam dibe li ser piştgiriya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê. Brîtanya pabend e û berdewam dibe li ser piştgiriya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Liz Truss tekez kir, Brîtanya berdewam dibe li ser karkirina li gel hevbeşên xwe di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê de spasiya Brîtanyayê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber hevkarî û alîkariyên mirovî ku pêşkêşî koçber û penaberan kirine, spasiya Brîtanyayê kir. Herwiha Nêçîrvan Barzanî pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê gotûbêj kir.

Di civînê de sedemên serhildana DAIŞê û metirsiyên wê, hilbijartin, pêşbîniya proseya siyasî û dahatûya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Liz Truss hevnêrîn bûn ku seqamgiriya Iraqê bo navçe û cîhanê jî girîng e.