Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Êmînkî: Ji bo rizgarkirina Şingalê em amade ne ji her qurbaniyekê re

Şingal-KDP.info- Îro li sînorê Şingalê merasîma PDKê ya ji bo naskirina berbijêrên PDKê birêve çû. Endamekî Polîtbîroya PDKê jî dibêje, em amade ne ji bo her qurbaniyekê ji bo azadiya Şingalê.

Ceifer Êmînkî Endamê Polîtbîroya PDKê rêwresma berbijêrên PDKê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Em minetê li Şingalê nakin. Eger em ne tenê 636 şehîdan bidin ji bo rizgarkirina Şingalê, eger em 6 hezar yan 600 hezar şehîdan ji bo Şingalê bidin, em minetê li Şingalê nakin, ji ber ku Şingal û Zummar wijdanê Kurdistanê ne. Em amade ne ji bo her qurbaniyekê ji bo azadiya Şingalê.”

Êmînkî wiha got: “Em dixwazin devera Rojavayê Dîcle û Zummar û Şingal bibin mînaka pêkvejiyanê.”