Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî spasiya parlamentoya Brîtanya kir ku tawanên DAIŞê li beramber Êzdiyan wek cînosayd nas kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Encûmena Lordan a Brîtanyayê John McFall civiya. Serokê Encûmena Lordan a Brîtanyayê spasiya Herêma Kurdistanê kir û dûpat kir ku ew dê li ser piştgiriya bo Herêma Kurdistanê berdewam bin. Nêçîrvan Barzanî jî daxwaz ji Parlamentoya Brîtanyayê kir ku alîkar bin ji bo qayîmkirina demokrasî û dezgehên Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşema 16.9.2021 di duyem roja serdana xwe ya fermî de bo Brîtanyayê, li gel Serokê Encûmena Lordan a Brîtanyayê ya li Parlamentoya Brîtanyayê Lord John McFall civiya.

Di civînê de dawîn pêşhatên rewşa Iraq û navçeyê, prose û jiyana siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên dahatûyê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê, şerê dijî terorê, Covid-19, rewşa koçbner û penaberan li Herêma Kurdistan ê, karîgeriyên guherîna keşûhewa li ser Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.

Lord John McFall pesnê proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê û danîna kota bo misogerkirina beşdariya jinan û nûnerên pêkhateyan li proseya siyasî û jiyana parlamenî û dezgehên hikûmetê kir û dûpat kir, “Parlamentoya Brîtanyayê berdewam dibe li ser piştgiriya bo Herêma Kurdistanê, ji bo vê mebestê jî pêşniyaz û rasparde dide hikûmeta welat (Brîtanya). Herwiha spasiya rola Herêma Kurdistanê kir di rûbirûbûna teror û têkbirina DAIŞê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo berdewamiya piştgiriya parlamento û Encûmena Lordan û hikûmeta Brîtanyayê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û spasiya parlamentoya Brîtanyayê kir ku tawanên DAIŞê yên li beramber Kurdên Êzdî û pêkhateyên din ên Iraq û Herêma Kurdistanê wek cînosayd nas kir.

Herwiha li gor daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir, “Parlamentoya Brîtanyayê di qayîmkirina demokrasî û dezgehên welat de, alîkariya Herêma Kurdistanê bike.”