Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çima çavê Fransa û Brîtanya li Herêma Kurdistanê ye?

London-KDP.info- Pisporekî siyaseta derve ya Brîtanyayê dibêje, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Brîtanya û vexwendina wî ji aliyê serokwezîrê Brîtanya ve giringiya siyasî ya Herêma Kurdistanê li cem Brîtanya û welatên Ewropayê nîşan dide, û ev yek nîşana pêwendiyên bihêz ên siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û wan welatan de ye, ku Herêma Kurdistanê bûye navendeke herî aram li Rojhilata Navîn.

Pispor Zara Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya demekê Serokê Fransa Macron serdana Hewlêrê kir, niha jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye Londonê. Welatên cîhanê wek dewletekê li Herêma Kurdistanê dinerin. Hemû welatên cîhanê dixwazin pêwendiyên xwe yên siyasî û serbazî ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.”

Zara Salih wiha got: “Ev pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê pêngaveke girîng in û pêwendiyên ligel kurdan bi rêya Serok Nêçîrvan Barzanî pêk tên. Welatên cîhanê dixwazin Kurd li nava tevliheviya Rojhilata Navîn bi aramî bijîn, lewma çavê welatên cîhanê jî li Herêma Kurdistanê ye.”

Salih wiha domand: “Brîtanya û Fransa bûn yên ku nehiştin Kurd bibin dewlet, lê niha bi wê guneha xwe hisya ne û sala 1991ê nerîna wan hat guhertin û navçeya dijefirînê ji bo parastina Kurdan ji êrîşên rêjîma Beis ragihandin. Niha ew welat dixwazin mafê Kurdan misoger bikin.”