Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî kir.

Îro Sêşema 14.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patriyark Mar Awayê sêyem, Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî li cîhanê û şandeke li gel de kir ku ji Metran û rihspiyên oliyên Dêra Rojhilatiya Aşûrî pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Patriyark Mar Awayê sêyem, ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokî ya di navbera malbata Barzanî û Dêra Rojhilat a Aşûrî, spasî Serok Barzanî kir ji bo piştgîrî û parastina pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyark Mar Awayê sêyem kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û kêfxweşiya xwe jî li wê yekê derbirî ku di demên derbasbûyî de kursiya Patriyarka Dêra Rojhilat a Aşûrî ji bo bajarê Hewlêrê veguhest, tekez jî li wê yekê kir ku Kurdistan welatê pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatan de ye û ew pêkvejiyan jî pêwîst e bê parastin û bê dewlemendtir kirin.