Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir ji ber destbikarbûna wî.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta destnîşankirina Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî li cîhanê, pîrozbahiyê li Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem dikim û ji bo wî hêviya serkeftinê dixwazim.
Hêvîdarim destbikarbûna Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem bibê sedema pêşxistin û kurtirbûna kultûra pêkvejiyana di navbera pêkhatan û aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê de.
Her li vir da tekez li wê yekê dikim ku Kurdistan wekî tabloya xweşika pêkvejiyan û azadiya olî û bîr û ramanê dimîne û hîç hêzek nikarê wê aştî û xweşikî û pêkvejiyanê têkbide.
Mesûd Barzanî
13.09.2021”