Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa mezin a Îlonê maka şoreşên Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 60emîn salvegera Şoreşê Îlonê peyamek belav kir û Şoreşa Îlonê wek dayika şoreşên Kurdistanê binav kir û got, di “yek ji serdemên herî dijwar ên dîrokê de hemû çîn û pêkhatên Kurdistanî di bin serkirdayetiyeke cihê baweriyê û îradeyeke yekgîrtî de kom kir.”

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Di bîranîna şêst saliya hilpêkirina şoreşa mezin a Îlonê de, birêz û rûmetê ve bîranîna rêberê şoreşê Barzaniyê Nemir û hevalên wî û tevahiya şehîdên şoreşê û Kurdistanê dikin, silav û rêz ji bo giyanê wan yê pak dişînin û serê rêz û rûmetê li ber wan da ditewînîn.

Şoreşa mezin a Îlonê, maka şoreşên Kurdistanê ye ku yek ji serdemên herî dijwarên dîrokê de hemû çîn û pêkhatên Kurdistanî li bin serkirdayetiyeke cihê baweriyê û li îradeyeke yekgîrtî da komkir bo ku pêkve û bi navê yek armancê da berengariya sîtem û zordariyê bibin û daxwaza azadî û mafên xwe bikin.

Şoreşa mezin a Îlonê îradeyeke polayîn û bingeheke li gelê Kurdistanê da dirust kir ku êdî tu demekê nedibû bişkê, ji bo wê yekê piştî alîkariyên navdewletiya li şoreşê, demeke kêm de gelê Kurdistanê rêzên rêkxist û dûbare hate nav kora xebat û têkoşîn û rûbirûyê hemû hêz û çek û zebir û zengeke desthilatiya wê demê ya Iraqê bû.

Şoreşa mezina Îlonê û bandor û pêgeh û dengvedana wê ya li ser asta navçeyê û cîhanê, bûne bingehek ku rêkeftina 11ê Adarê û hemû destkeft û pêşketinên piştî wê gelê Kurdistanê li ser avakirin, destkeftê herî mezin jî dirustkirina şanazî û nasnameya niştimanî û neteweyî û îrade û giyanê berengarî û berdewamiyê bû ku gelê Kurdistanê bi îro gihand.

Bila bîranîna şoreşa mezina Îlonê ku şoreşa tevahiya gelê Kurdistanê bû, bikin hewên û bingeha yekrêzî û tebayî û pêkvejiyana hemû pêkhatên Kurdistanê û bi heman giyana şoreşê, ji bo pêşerojeke baştir û çespandina federalî û parastina statyo û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê de, pêkve pêngavan bavêjîn û kar bikin.

Herdem bilind û bi rûmet bê bîranîna şoreşa mezin a Îlonê û silav û rêz ji bo giyanê pak ê şehîdan.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.09.2021”

Attachments area