Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Agrê Şoreşa Îlonê beriya 60 salan bi rêbertiya Barzaiyê Nemir pêket

Hewlêr-KDP.info- Beriya 60 salî weke îro, Şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Mistefa Barzanî vêket, ku şoreşeke çekdarî seranserî û giştî û bi bandor bû li dijî zilm û zordariyê, di encamê de di Adara 1970ê de Hikûmeta Iraqê neçar ma ku serê xwe li hemberî daxwazên şoreşê daxîne û gelê Kurdistanê mafên rêveberiya Kurdistanê bidest anî.

Şoreşeke seranserî bû

Li 11ê Îlona 1961ê Şoreşa Îlonê bo serokatiya Barzaniyê nemir dest pê kir û seranserî Kurdistanê lixwe girt. Hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê tê de beşdar bûn. Mezintirîn şoreşa xelkê Kurdistanê bû li dijî zilm û zordariyê, ku hemû pêkhateyên di bin fermana yek serkirdayetiyê rûbirûyê zordariyên bûn û Kurdistan bû penageh ji bo hemû azadîxwazên Iraqê.

Dijayetiya dîktatoriyetê

Şoreşa Îlonê li dijî dîktatoriyet û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê ji aliyê rejîma Iraqê ve bû, ku ev şoreş bi destê PDK û bi rêbertiya Mistefa Barzanî destpê bû û bernameyeke dirust û berfireh ji aliyê ji aliyê PDKê ve jê re hat danîn û di encamê de şoreşeke netewî û niştîmanî li seranserî Kurdistanê çêbû, ku Kurdistanê ji Zaxo û heya bi Xaneqîn bihev girê da û tê de hemû netewe û ol û aydyayên cuda di yek çeperê de kom bûn û herwiha îradeyeke canfîdayî li dijî zilm û zordariyê çê kir, ku gelek caran bû sedem şikandina dîktatoriyetê.

Werçerxaneke nû bû

Şoreşa mezin a Îlonê werçerxanek nû di dîroka tevger rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de çêkir û doza rewa ya gelê Kurdistanê ji ser asteke navxweyî bir ser asteke navdewletî û di demeke pir kurt de mêrxasiya Pêşmergeyên Kurdistanê bala medyayên cîhanê kişandin û bi dehan rojnamevanên cîhanê hatin Kurdistanê û li çeperên Pêşmerge wan rojnamevanan roporên xwe nivîsandin û doza rewşa ya gelê Kurdistanê gihandin raya giştî ya navdewletî û hemû cîhnê.

Şoreşeke siyasî û kiltûrî bû

Şoreşa Îlonê ne tenê şoreşeke çekdarî bû, lê belê şoreşeke siyasî û kiltûrî û civakî berfireh bû, ku bawerî bi xwebûn li cem xelkê Kurdistanê çêkir û ew rastî jî nîşan da ku gelê Kurdistanê li hemberî ti dîktatoriyet û zordariyekê xwe naçemîne. Ev peyama şoreşgêrî jî di silogana (Yan Kurdistan yab neman) de diyar dibe, ku ji bo wê demê û niha jî û ji bo pêşerojê jî tije wate û amajeyê kûr ên perwerdeya niştîmanî û dibe gede li pey gedeyên Kurdistanê jê mîn bibin ku Kurdistan di ser her tiştî re ye.

Pend û dersên Şoreşa Îlonê

Pend û dersên ji Şoreşa mezin a Îlonê gelek in, yên herî girîng: Rijdûn li ser mafên mafên gelê Kurdistanê, bawerî bi xwebûn, demokrasî, pêkvejiyan û komkiria cudahiyan, rewşenbîrî, medeyet û rêzgirtina li yasayê. Dema Serok Masûd Barzanî piştî Raperîna 1991ê daxwaz kir kar were kirin ji bo lidarxistina hilbijartinan û avakirina dezgehê yasayî, ku bêguma ev beşek bû ji berhema dersên Şoreşa Îlonê û di encamê de demokrasî li Kurdistanê bicîh bû.

Armanc û destkeftên Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê ku semola bergîrî û têkoşa û canfîdayî û xebata gelê Kurdistanê bû ji bo hebûn û nasnameya netewî û mafê rewa yê gelê Kurdistanê ku di encamê de gelek destkeftên netewî û niştîmanî bidest hatin, yek ji wan destkeftên girîg jî Rêkeftina 11ê Adarê ya sala 1970ê bû, ku rejîma Beis neçar bû îtîrafê bi hinek mafên netewî yên Kurdistanê bike û rêveberiya Kurdistanê ava bû.