Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Bîranîna şoreşa Îlonê, bîranîna dîroka berevanî û têkoşîn û qurbanîdanê ye li hebûn û nasnameya netewî

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyameke xwe de bi boneya salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê diyar kir: “Bîranîna şoreşa mezin a Îlonê, bîranîna dîroka berevanî, têkoşîn, qurbanîdan, parastina mafên gelê Kurdistanê, ji hebûn û nasnameya netewî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Îro di 60mîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin ya Îlonê bi rêberatiya Barzaniyê Nemir, birêzdarî ve, tevahiya wan pêşmergeyên qehreman û têkoşerên Kurdistanê bibîr tînin ku ji pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê, di şoreşa seraserî ya Kurdistanê de beşdar bûne, ku çendîn destkeftên netewî û nîştimanî bidest aniye.

Bîranîna şoreşa mezin ya Îlonê, bîr anîna dîroka berevanî, têkoşîn, qurbanîdan, parastina mafên gelê Kurdistanê, ji hebûn û nasnameya netewî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye, her çend gelê Kurdistanê her tim piştîvanî ji rêbazên aştiyane û giftûgoyê kiriye bo bidest anîna mafên netewî, lê bi îradeyeke bihêz jî , berevanî ji mafên xwe kiriye ku di encama berevanî û berxwedaniya gelê Kurdistanê de yek ji destkeftin mezin yê şoreşa Îlonê, rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê bû, derkete holê, di encama rêkftina han de rejîma Be'sê neçar ma hinek ji mafên netewî yên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Îro di demekê de şoreşa Îlonê bibîr tînin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berdewam e li ser rola xwe ya pêşengî di rêberatîkirina gelê Kurdistanê û berevanî kirin ji destkeftî û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê de.

Bi dehan sal in ku Partiya Demokrata Kurdistanê hertim çavkaniya hêvî û parêzvanê rastîn ya destkeftî û mafên xelkê Kurdistanê ye û herwiha faktereke bihêz ya diliniyayî, aramî û avedaniyê ye.

Ji ber vê çendê di erefeya hilbijartinên parlementoya Iraqê de, em piştrast in ku xelkê Kurdistanê baweriya xwe ya bihêz bi PDKê û peyama neteweyî û nîştimanî dubare dike, daku rêberatî kirina karwana gelê Kurdistanê bidomîne bo bidest xistina destkeftên zêdetir û pêşerojeke geş û Kurdistaneke bihêz.

Silav ji bo rihê pak ê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

11 Îlona 2021”