Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Eşîrên Ereban li Mûsilê: Dengê me ji bo PDKê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Eşîra Şerabîn Şêx Ehmed Zahir Micnan eşkere kir ku li sînorê Zummar 2 berbijêrên PDKê hene û dibêje: “Em 7 eşîrên Ereb in û dengê me hemûyan ji bo berbijêrên PDKê ye, ji ber ku di rojên zehmet de tenê PDK alîkariya me kir, lewma emê berbijêrên PDKê bikin nûnerê xwe li Bexdayê.

Şêx Ehmed Zahir Micnan ji malpera KDP.info re ragihand: “Erebên navçeyên Kurdistanî li Zummar û Rebîe û Eyaziye dê di hilijartinên Parlamentoya Iraqê de dengê xwe bidin berbijêrên PDKê. Li navçeya me 2 berbijêrên PDKê hene û me xwe baş amade kiriye ji bo ku em dengê xwe bidin berbijêrên PDKê. Dengê me ji bo PDKê ye ji ber ku PDK bêcudahî xizmeta netewe û pêkhateyan dike û deriyê xwe ji hemû pêkhateyan re vekiriye. Dema şerê DAIŞê jî PDK û Serok Barzanî li Ereban xwedî derketin. Erkê me ye ku em dengê xwe bidin PDKê û em berbijêrên PDKê bikin nûnerê xwe li Bexdayê.”

Micnan wiha got: “Dê 7 eşîrên mezin ên Ereban tenê li Zummar dengê xwe bidin PDK.“

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Eşîrên Ereban li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Şêx Mizahim Elhiwêt ji malpera KDP.info re ragihand: “Eşîrên Ereban li navçeyên Kurdistanî biryar dane ku dengê xwe bidin berbijêrên PDKê, ji ber ku berbijêrên PDKê ji hebû pêkhate neteweyan hene. Tenê li nava Ereban 7 berbijêrên PDKê hene, ew jî ji Xaneqîn û heya bighê Zummar. Dengê me ji bo PDKê ye ji ber ku yê bergîrî li Sunneyan kir PDK û Serok Barzanî bû. Dengê me ji bo PDKê ye ji ber ku tenê PDK kar ji bo mafê me dike.”