Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Îdîayên PKKê derew in..Divê PKK bersiva pirsên xelkê Kurdistanê bide

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemef di daxuyaniyekê de bersiva navendeke ser bi PKKê ve dide û dibêje, anîna navê Partiya Demokrat a Kurdistanê û belavkirina nûçeyên nerast, ji bo veşartina tawanên wan e û bihaneyek e ji bo encamdana kiryarên neyasayî û destdirêjkirina li ser Herêma Kurdistanê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand: “Navendeke ser bi PKKê ve bi navê HPG, di daxuyaniyekê de îdîa kiriye ku 7 çekdarên PKKê li devera Xelîfanê bi destê PDKê hatine kuştin!..

Li vir em ji hemû aliyan re radigihînin ku ev îdîa ti bingeheke wê gotinê nîne û ev yek dûr e ji rastiyê û armanc ji anîna navê Partiya Demokrat a Kurdistanê û belavkirina nûçeyên nerast, ji bo veşartina tawanên wan e û bihaneyek e ji bo encamdana kiryarên neyasayî û destdirêjkirina li ser Herêma Kurdistanê ye.

Xelkê Kurdistanê dipirsin û divê PKKê bersiva wan bide ku çekdarên PKKê li devera Xelîfanê çi dikin û çi karê wan heye û pêwendiya wan bi vê deverê çi ye?

Mehmûd Mihemed.

Berdevkê PDKê

4.9.2021”