Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mîranî: Fedralî li Iraqê ji berhema xebata PDKê ye

Şeqlawa-KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî dibêje, hizra fedraliyê li Iraqê vedigere bo şoreşa Eylûlê. Herwiha got jî, ew fedraliya ku li Iraq û Kurdistanê di destûr de hatiye nivîsandin, berhema xebata PDKê ye.

Fazil Mîranî li Şeqlawa di kampanyay PDKê ya hilbijartinên Iraqê de beşdar bû û tê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Destkeftên Şoreşa Eylûlê ne tenê ji bo Kurdan, lêbelê ji bo demokrasiya Iraqê jî bû. Hizra fedraliyê li Iraqê vedigere bo dema Şoreşa Eylûlê. Fedralî li Iraqê ji berhama xebata PDKê bû.”

Mîranî wiha got: “PDK herdem berpirsyaretiyeke mezin ji aliyê siyasî, civakî, abûrî û aliyên din avêtiye ser milê xwe, çi duhî û çi îro û çi jî di dema bê de. Erkê hemû aliyekî ye li Kurdistanê ku statyoya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Fazil Mîranî wiha domand: “Rêbaz û dibistana PDK û Barzanî wisa endam û serkirdeyên PDKê perwerde kirine ku eger aliyeke siyasî bi xerabî behsa PDK bike, em wek wan bersivê nedin û xwe danexin asta wan, ji ber ku pêgeh û asta PDK her bilind e û endam û kadirên PDKê hertim pêbendî exlaq in.”