Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Iraqê: Hêzek taybet ji bo ewlehiya Şingalê tê avakirin

Şingal-KDP.info- Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Hikûmeta Iraqê Qasim Eirecî ragihand, dê hêzek ji xelkê Şingalê were avakirin ji bo ku ewlehiya nava bajarê Şingalê bikeve destê wê hêzê.

Qasim Eirecî wiha got: “Hêzek ji xelkê Şingalê dê were avakirin ji bo ku dosyeya ewlehiyê ya Şingalê bikeve destê wê de. Ew hêz dê ji 2500 kesan pêk were.”

Derbarê rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, Eirecî got ku ew rêkeftin dadperwerî ye.