Mûsil-KDP.info- Serokomarê Fransayê li Dêra Sa'e ya li Mûsilê derbarê rewşa Êzdiyan û Şingalê de ragihand, bi hezaran Êzdî hene ku koçber bûne û nikarin vegerin Şingalê, ji ber ku heya niha aramî li wir çênebûye.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îro li Mûsilê serdana cihên ayînî kir ku yek ji wan Dêra Sa`e bû û li wê dêrê li gel hejmareke kesayetên olî yên Krîstiyan axivî.
Macron amaje bi rewşa Kurdên Êzdî û Şingalê kir û tekez kir, bi hezaran Êzdî hene ku koçber bûne û nikarin vegerin Şingalê, ji ber ku heya niha aramî cênebûye.
Macron got ku girîng e asayiş û aramî vegere Şingalê û koçberên Êzdî vegerin ser malên xwe, ji ber ku xelkê Şingalê hêjayî baştirîn jiyan in.
Macron derbarê rewşa Mûslê behsa wê wêraniya ku DAIŞ li navçeyê çêkiriye, kir û tekez kir ku Mûsil careke din nabe war ji DAIŞê re.