Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berjewendiyên Fransa jî ligel Herêma Kurdistanê hene

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi dewleteke girîng û bi bandor mîna Fransa heye, ku endamê berdewam ê Encûmena Asayişa Navdewletî ye û li ser asta Yekîtiya Ewropa jî xwedî roleke mezin e.

Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Helwêsta dostane ya Fransa li hemberî gelê Kurd ji destpêka salên 1980 destpê kiriye û bi taybetî jî di serdema serokatiya Serok Franswa Mîtran de û rola Medam Mîtran di avakirina pêwendiyên Kurdan û Fransa de, ku ew pêwendî nayên jibîrkirin, ku di sala 1983an Medam Mîtran roleke mezin dît di alîkariya Yelmaz Guney û Cegerxwîn di avakirina Înistîtyota Kurdî li Parîs û piştre jî sala 1988ê serdana kampa koçberên kîmyabarankirina Badînan kir li Tirkiyê.”

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDK wiha got: “Hikûmeta Fransa bi giştî û serok Mîtran bi taybetî ligel Con Meycer roleke sereke dîtin di derketina biryara 688 de û di bicîhanîna navçeya aram de li Başûrê Kurdistanê. Niha jî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa li ser bingeha berjewendiyên hevbeş in di warê asayiş û abûrî û siyasî de. Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi dewleteke girîng û bi bandor mîna Fransa heye, ku endamê berdewam ê Encûmena Asayişa Navdewletî ye û li ser asta Yekîtiya Ewropa jî xwedî roleke mezin e.”

Hoşyar Sîweylî wiha domand: “Bêguman berjewendiyên Fransa jî ligel Herêma Kurdistanê hene û jibilî warê bergîrî û ewlehiyê, nirxên hevpar û berjewendiyên abûrî jî hene. Vê dema dawî gelek şirketên Fransî berê xwe dane Kurdistan û Iraqê. Ji bo ku şirketên wan jî kar bikin divê aramiya siyasî û ewlehî li Iraqê hebe û ev yek jî pêk nayê eger pêwendiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de tune be. Pêwîstiya Fransa bi pêgeheke din e li navçeyê.”