Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serdana Macron nîşana bihêziya Herêma Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal ragihand, hatina Serokê Fransa Emmanuel Macron bo Herêma Kurdistanê xwedî giringiyeke mezin e û ev serdan dîrokî ye û nîşan dide ku statyoya Herêma Kurdistanê çiqasî bihêz e li ser asta cîhanê û xwedî bandoreke mezin e.

Zîrek Kemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina Serokê Fransa bo Herêma Kurdistanê xwedî giringiyeke mezin e, ji ber ku Fransa jibilî ku welatekî girîng e û pêgeha wê pir mezin e, bandora wê li ser hemû cîhanê heye. Macron bi xwe jî di çarçoveya siyaseta welatê xwe de, pêwendiya wî ligel serokê Herêmê û serkirdatiya Kurdî heye. Ev yek jî ji bo me pir girîng e, ku Macron li Bexdayê jî gotibû ezê serdana hevalên xwe li Kurdistanê bikim. Dê encamên baş ên vê serdanê li ser asta navdewletî jî hebe.”

Kemal wiha got: “Herêma Kurdistanê rast e li gorî destûr di çarçoveya Iraqê de ye, lê serdana Macron bo Kurdistanê ji hemû aliyan ve girîng e û serdaneke dîrokî ye. Ev serdana han nîşan dide ku ka çiqasî Herêma Kurdistanê bihêz e. Ev serdan bersivek e ji bo wan kesên ku propagenda dikirin û digotin çawa Amerîka ji Afxanistan derket dê Amerîka û hevpeymanên wê ji Iraq û Kurdistanê jî derkevin û dê metirsî li ser Kurdistanê çêbibe, ku ev yek qet nerast e.”