Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji ber PKKê ziyaneke mezin gihîştiye navçeyên geştiyarî

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, ji ber hebûna PKK û topbaran û bombebaranan, ziyaneke mezin gihîştiye cih û navçeyên geştiyarî yên ser sînor, ku veberhêner jî ji ber ku metirsî li ser wan navçeyan heye, nikarin li wir ti projeyekê bicîh bînin.

Nadir Rostî ji malpera KDP.info re ragihand: “Komek cihên geştiyarî li ser sînor ji ber nebûna aramiyê û ji ber hebûna PKK û topbaran û bombebarana Tirkiye û Îranê, gelek ziyan gihîştiye wan, ku her duhî li Batîfa 2 geştiyar hatin kuştin, ku vê yekê metirsî li ser geştiyaran û cihê geştiyarî çêkirine, loma geştiyar nikarin biçin wan cihên geştiyarî.”

Rostî wiha got: “Li Zaxo û Amêdiyê, li Mêrgesor û Çoman, li Raniye û Qeladizê cihên geştiyarî hene, ku xwezaya wan pir xweş in, lê ji ber hebûna PKK û bordûmana Tirkiyê û nebûna aramiyê geştiyar nikarin biçin wan navçeyan û ev navçe bûne navçeyên qedexekirî. Herwiha veberhêner jî nikarin kar li wan navçeyan bikin û projeyan cîbicî bikin, loma ev hemû ziyan in û dighên sektora geştiyariyê.”

Nadir Rostî wiha domand: “Ji Zaxo heya bi Çoman û hemû navçeyên ser sînor, ziyan gihîştiye wan û geştiyar nikarin biçin wir.”