Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Kurdistan ne Efxanistan e..Em xwedî pêşmergeyên qehreman û miletekî xwedî doz in

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê bûyerên ku li Efxanistan çêbûne peyamek belav kir û got, cûdahiyeke zêde di navbera Efxanistan û Kurdistanê de heye, ku Kurdistan xwedî xwedî pêşmergeyên qehreman û miletekî xwedî îrade û dozekê ye.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Piştî bûyerên Efxanistanê ev çend rojek e ku grupeke siyasî û medyayî kar dikin ji bo çêkirina metirsiyê û bêhêviyê di nav xelkê Kurdistanê de, ku rewşa Herêma Kurdistanê û Efxanistanê tînin ber hev.

Li vir de pêwîst e hemû aliyek baş bizane ku her miletek eger pişta xwe bi xwe û şiyanên xwe girê nede herdem egera gef û nemanê jî li ser heye. Piştevaniyê xelkê jî wê demê bihaya xwe heye û bi bandor dibe ku em bi xwe hebin û îradeya me hebe.

Cûdahiyeke zêde di navbera Efxanistan û Kurdistanê de heye. Cûdahiyeke zêde jî di navbera Pêşmerge û artêşa Efxanistanê de heye. Pêşmerge zadeyê dîrok û xwîn û rondikên gelê Kurdistanê ye. Xwediyê sedan destanên dîrokî û qehremaniyê ye. Mînakên destana Korê û têkşikandina efsaneya DAIŞê û destanên Pirdê û Sihêla ku neyarên Kurdistanê plana wê yekê hebûn îradeya gelê Kurdistanê bişkînin, lêbelê Pêşmerge û gelê Kurdistanê bi xweragirî û bi îradeya polayî plana neyar û dijminan herfandin.

Li vir dixwazim xelkê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku rewşa Kurdistanê cûdahiyeke zêde heye li gel hemû cihên din. Spas ji bo xwedayê mezin me Pêşmergeyên qehreman û hêz heye û ji hemûyan jî girîngtir em xwedî miletekî ne ku xwedî îrade û dozekê ye. Eger dijmin û nehezan jî xeyala wan hebûbe xelkê Kurdistanê biêşînin tu demekê bi hêsanî ji bo wan neçûye serî û bi piştrastî jî di pêşerojê de bi hêsanî ji bo wan naç ser. Her kesek jî bixwaze bêhêvî û xwe bi kêmzanîn û beramberiyên nebicîh li nav xelkê de belav bike xuya ye hêjî nikariye îrade û xweragiriya gelê xwe fêm bike.

Mesûd Barzanî
22.08.2021”