Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Qubad Talebanî pîrozbahî li PDKê kir

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya salvegera 75emîn ya damezrandina PDKê, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî di peyamekê de pîrozbahî li Partiya Demokrat ya Kurdistanê kir.

Di peyamê de wiha hatiye:

“Birêz Kak Mesûd Barzanî Serokê PDKê

Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê PDKê

Bi boneya 75emîna salvegera damezrandina PDKê, ez germtirîn pîrozbahiyê pêşkeşî weyên birêz û serkirde û kadir û cemawerê PDKê dikim.

Bi hêvî me di qonaxa bê de em bihevre ligel hêzên siyasî yên Kurdistanê û niştimanperwer karên zêdetir bikin ji bo bidestveanîna armancên rewa yên gelê me û bidestveanîna mafên me yên yasayî û destûrî li Iraqa federal.

Careke din pîroz be û her şad û serfiraz bin

 

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê”