Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Me daxwaz ji aliyên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê kiriye ku hurmetê ji serweriya Başûr re bigrin

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê ji ber 75emîn salvegera damezrandina PDK peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand: “Me daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê kiriye rêz û hurmetê ji serweriya Herêma Kurdistanê re bigrin û hurmetê ji pêbendiyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê û yasayên wê re jî bigrin. Herwiha me daxwaz ji wan kiriye ku hicetê nedin ti dewletekê ku sînorê Herêma Kurdistan Iraqê derbas bike û ziyanêb bighîne statyoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xelkê wê.”

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Piştî şerê cîhanî yê dûyem bêhêviyek mezin li Kurdistanê çêbibû, lê bi damezrandina PDK ew bêhêvî çû. Damezrandina PDK bi alîkariya hizrê pêşketî yê rêberê netewî (Mistefa Barzaniyê Nemir) û komek ji dilsozên gelê me, hêvî ket dilê xelkê Kurdistanê, herwiha bû minberek ji bo komkirina hemû hêz û kesên hêza yên siyasî û civakî û kiltûrî.”

Polîtburoya PDKê wiha domand: “PDK bingehên sereke yên rêbaza tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê danî û ji wir qonaxên cuda yên hizra netewî û niştimanî hat holê û êdî rewşeke nû li tevahiya Kurdistanê çêbû. Êdî îradeyeke niştimanî çêbû ku xelkê Kurdistanê hest bi hebûn û şiko û pirsa xwe ya netewî û niştimanî kirin.”

Polîtburoya PDKê ragihand: “PDK rêbertiya şoreşa mezin a Îlonê kir û piştî 9 salan ji xebata pêşmerge û danustandinan rêkeftina 11ê Adara 1970 bicîh hat, ku ew rêkeftin bû yekemîn destkefta itîrafkirî ji aliyê niştimanî û netewî ya Kurdî de li ser asta hemû Kurdistanê.”

Polîtburoya PDK wiha domand: “PDK herwiha şoreşa Gulanê pêxist. PDK piştre bi dilsozî û bi sîngfirehî çû qonaxa hebûna hizbên cuda li Kurdistanê. Herwiha PDK rolek mezin dît di avakirina bereya Kurdistanî de û pêşverû bû di xebata rewa ya xelkê Kurdistanê û heya bi raperîna sala 1991ê û gelek qurbanî da di riya netewî û niştimanî de. Serok Mesûd Barzanî û PDK kar ji bo wê yekê kirin ku şeriyet û rewatiya şoreşê bikeve destê yasayê de û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 19.5.1992 lidar xistin û di encamê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin û dezgehên din ên şeriî yên Kurdistanê çêbûn.”

Polîtburoya PDKê wiha ragihand: “Berdewambûn û parastin û serkeftbûna bê statyoya Kurdistanê bû sebeb ku ji bo ku ev statyo bibe şeriî û destûrî. PDK herwiha berdewam parêzgariyê li vê statyoyê û li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike. Serok Mesûd Barzanî û PDK dibînin ku berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê di ser hertiştî re ne. PDK wek hercar qet dest ji Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî yên madeya 140 bernade û dest ji ti mafeke din ê gelê Kurdistanê bernade. PDK hemû hewlên xwe dide ji bo cîbicîkirina madeya 140 û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de. Li ser asta navçeyê jî, PDK hewlên me bi wî alî de bûn ku pêwendiyên me ligel dewletên cîran li ser bingeha cîrantiyeke baş be û ji bo wê yekê me kar kiriye. Tevî ku em dixwazin ew dewlet pirsgirêkên xwe li ser bingeha demokrasî û aştî û diyalogê çareser bikin. Herwiha me daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê kiriye rêz û hurmetê ji serweriya Herêma Kurdistanê re bigrin û hurmetê ji pêbendiyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê û yasayên wê re jî bigrin. Herwiha me daxwaz ji wan kiriye ku hicetê nedin ti dewletekê ku sînorê Herêma Kurdistan Iraqê derbas bike û ziyanêb bighîne statyoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xelkê wê.”