Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Spanya kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 28.07.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hansy Iskobar Balyozê Spanya li Iraqê kir ku erkê wî bi dawî dibe.

Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê, malavayiyê li Balyozê Spanyayê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest. Her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo hewl û rola wî ya li pêşxistina peywendiyên Spanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Di beşeke dinê hevdîtinê de pêşeroja peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Spanya, derfeta veberhênan û sermayeguzariya spanî li Herêma Kurdistanê, rewş û hilbijartina pêşwexta Iraqê, pêşketinên navçeyê û çend babeteke ji bo herdu aliyan girîngbûn, hate nirxandin.