Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 28.7.20121 li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Ali Riza Guney û şanda pê re kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de ji ber destbikarbûna wî weke balyozê nû yê Tirkiyê yê li Iraqê pîrozbahî li Ali Riza Guney kir û jê re hêviya serkeftinê xwest.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Tirkiyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser xwesteka xwe bo pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de kirin.

Herdu aliyan herwiha, rewşa Iraqê û navçeyê bi giştî, hilbijartinên bê yên Iraqê, rewşa belavbûna pandemiya Covid-19 li Iraq û Tirkiyê, şerê dijî terorê, metirsiyên DAIŞê û çend mijarên din gotûbêj kirin.