Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Tevgera Goran kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 12mîn saliya damezrandina Tevgera Goran peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên tevgera we dikim. Di bîranîna 12mîn saliya damezrandina Tevgera Goran da, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên Tevgera we dikim.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Tevgera Goran wekî aliyekê bi bandor, roleke xwe ya ber bi çav li proseya siyasiya Kurdistanê de heye û ew prose îro ji her demê zêdetir yekrêzî û pêkveyiya li hemû aliyek dixwaze.”

Di beşeke din a peyama xwe Nêçîrvan Barzanî hêviya bihêzkirina peywendî û yekrêziyê kir û got: “Hêvîdarim ev bîranîn û helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê tebayî, bihêzkirina peywendî û hevxebatiya di navbera aliyan, karê hevbeş ya çareya qeyran û giriftan ber bi parastina maf û destkeftan û pêkanîna jiyan û guzeraneke baştir a ji bo gelê Kurdistanê. Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê dixwazim.”