Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî êrîşa terorîstiya ser bajarê Sadir li Bexda şermezar kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku doh li bazareke bajarê Sadir li Bexda li ser welatiyên bê tawan hate kirin ku li encamê da dehan welatî şehîd û birîndar bûn.

Ew tawan nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstane ku li roja Erefê û li wê dema ku xelk xwe ji bo pêşwaziya cejnê amade dikir tawaneke diltezînê bi vî awayî encam didin. Ew dijminê ol û mirovayetî û pîroziyanin û ji hemû bihayek bêparin û divê baca wê tawanê bidin.

Sersaxiyê li malbat û kesukarên qurbaniyan û şehîdên wê karesata diltezîn dikim. Dilê min li gel xem û êşên wane û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim hedar û aramiyê bi wan bibexşê û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

 

Mesûd Barzanî

20.07.2021