Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî cejna Qurbanê pîroz dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Hêvîdar im cejn li gel xwe aramî û xweşiyê bîne, dawî bi derd û pejikê bê, ji bo tevahiya mirovayetiyê jiyan asayî bibê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiya cejnê de dibêje: “Bi helkefta hatina cejna pîroz a Qurbanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbat û kesukarên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên emnî û tevahiya misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, ji bo hemuyan cejn û bêhnvedaneke aram dixwazim.”

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî hêviya rojên xweş dixwazê û dibêje: “Hêvîdar im cejn li gel xwe aramî û xweşiyê bîne, dawî bi derd û pejikê bê, ji bo tevahiya mirovayetiyê jiyan asayî bibê û cejn û helkeftên xwe yên paşerojê li rewşeke baştir de pîroz bikîn.”

Barzanî herwiha got: “Bi vê helkeftê bila em hemû bi takekesî û malbat û civakê ve peyam û wateyên cejnê bi lêborînî û pêkhatin û bi hevdû lê xweşbûnê, bikîn bingehek ji bo kûrkirina pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin û aştewayiyê û em hemû pêkve bi yekrêz û tebayiyê, ji bo paşerojeke baştir a Kurdistanê alîkar bîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê di heman demê de daxwazê dike ku rênimayiyên xweparastinê bêne cîbidîkirin û û dibêje: “Daxwazê ji welatiyên xweşdivî dikim bi navê selametiya xwe û ezîzên xwe bi tevahî pêgirî rênimayî û rêkarên xweparêziyê bin. Cejn li we hemûyan pîroz be. Hemû salek bi xweşî û xwedayê mezin we hemûyan biparêze.”