Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK bêtirî 100 zarokên Kurdên Êzdî li Şingalê revandine

Şingal-KDP.info- Berpirsê Ragihandinê yê Mala Êzdiyan li Şingalê ragihand, PKK berdewam e li ser revandina zarokên Kurdên Êzdî û heya niha bêtirî 100 zarokî revandine û xelk berdewam tên û daxwaza zarokên xwe dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka di rapora xwe ya salane de behsa wê yekê dike ku PKK zarokan biçek dike û bi zorê wan dibe nav refên xwe û paşê wan dibin navçeyên şer.

Herwiha di raporê de hatiye, PKK li Şingalê zarokan biçek dike û wan dike endmên YPŞ, ku girûpeke ser bi PKK ve ye, û ji wir wan dişînin Tirkiye û Çiyayê Qendîlê, ku ew zarok di bin 20 saliyê de ne.”

Ji aliyê xwe ve, Seidûn Zero Berpirsê Ragihandinê yê Mala Êzdiyan li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya demekê Amerîkî hatin cem me li Şingalê û serdana wan hemû malan kirin ku zarokên wan ji aliyê PKKê ve hatine revandin û ligel wan axivîn û gotina hemûyan birin. Ji ber ku PKK gelek zarok revandine û ya ku haya me jê heye, bêtirî 100 zarokî revandine, ku kur û keçik in û malên wan berdewam tên pirsa wan dikin.”

Zero wiha got: “Em daxwaza wan malbatan dighînin PKKê lê her dibêjin emê zarokên wan ji wan re vegerînin. Nahêlin ew zarok vegerin Şingalê û malbatên wan wan bibînin, lewma çarenivîsa wan zarokan winda ye.”

Seidûn Zero wiha domand: “Tenê carekê 3 keçên Êzdî ji nava PKKê reviyabûn û xwe gihandin malbatên xwe. Nahêlin kes dest ji wan berde. Lewma xelkê Şingalê gelekî ditirsin ku PKK zarokên wan birevîne, ji ber ku PKK her karekî dike ji bo ku zarokên Êzddiyan ji rê bibe.”