Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bersivek bo Duran Kalkan

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva Duran Kalkan dide û radigihîne, “Pêwendiya serkirdeyên PKKê bi Kurd û Kurdistanê ve, tenê xwesepandina li ser xaka Kurdistanê ye û xapandina ciwanên Kurd e ku PKKê ew kirine qurbaniyên şerên xwe yên bêsûd.”

Bersiva Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bo Duran Kalkan wiha ye:

“Roja 21ê vê mehê, pêgeha “ANFNEWS” a ser bi PKKê ve deqa hevpeyvînekê ligel Duran Kalkan, wek endamê Komîteya Rêveber a PKKê belav kir.

Helbet ji serî heya binê wan zanyariyên ku Kalkan wek zanyariyên hûr û veşartî behsa wan kiriye, nerast û derew in Tenê zanyariyeke rast tê de tune ye. Lê beriya ku em wan zanyariyan yek bi yek bidin pêş raya giştî ya Kurdistanê, divê em çend têbîniyên giştî derbarê axafinên Kalkan pêşkêş bikin.

Axaftinên Kalkan bêhtir dişibin raportekê ku ji bo razîkirina alî û dewletên derve hatibin nivîsîn ku qaşo ew agahî veşartî ne û haya ti kes û partiyekê jê nîne û aşkerekirina wan zanyariyan dê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) fedîkar derxînin! Di vê de jî Kalkan û PKK vala derketin, ji ber ku ew ji hemûyan baştir dizanin ku PDK bi aşkereyî helwestê werdigire û bi zelalî axaftina xwe dike.

Cihê balkêşiyê ye ku di axaftinên vê carê de, Kalkan berûvajî her daxuyaniyekê ji daxuyaniyên rêberên PKKê yên 20 salên derbasbûyî, navê Kurd û Kurdistanê çend caran dubare dike. Ev jî dîsa hewlek e ji bo xapandina netewa Kurd û xelkê Kurdistanê. Jixwe em hemû dizanin ku navê Kurd û Kurdistanê ji çend salan ve di ferheng û belavokên PKKê de nemane. Xebata netewî û têkoşîna ji bo mafê xelkê Kurdistanê li cem serkirdeyên PKKê, ne tenê tiştekî xerab e, lêbelê tometek e ku di hemû boneyan de wê yekê red dikin. Pêwendiya serkirdeyên PKKê bi Kurd û Kurdistanê ve, tenê xwesepandina li ser xaka Kurdistanê ye û xapandina ciwanên Kurd e ku rêberên PKKê ew kirine qurbaniyên şerên xwe yên bêhêvî. Îcar serkirdeyên PKKê bi aşkere, bi nivîs û bi axaftin demeke dirêj e ku navê Kurd, Kurdistanê, al û dîroka tevgera rizgarîxwaziya netewî ya Kurdistanê înkar dikin.

Wisa xuya dike ku Kalkan û hevalên wî gihîştine wê baweriyê ku êdî silogan û gotinên wan di ser xelkê Kurdistanê re derbas nabin û ew roj nêzîk bûye ku divê PKK bersiva pirsên dayik û bavên hezaran qurbaniyên ji destê rêberên PKKê bidin, ku dê bêjin: (Bi rastî we di ber çi de zarokên me kirin qurbanî? Zarokên me ji bo mafên gelê Kurd û ji bo azadiya Kurdistanê li pey we ketin, we çi ji wan kir û bûn agir ji kîja silogan û armancê re? Kur û keçên me li Gare û Metîn û Batîfa û Şingal û Mawet û Şarbajêr û Pêncwên çi dikin? Çima hûn berê zarokên me didin Pêşmerge?

Kalkan gelek caran behsa alîkariya PKK ji Herêma Kurdistanê re dike. Lê xelkê Kurdistanê baş dizanin ku PKK ji cografiya xwe ya çalakiyan reviya ye, ne em reviyane û ne jî ti aliyeke din, ne niha û ne berê, û ne jî me daxwaza alîkariyê ji PKKê kiriye. Yên ku reviya ne, ji roja yekê û heya niha bûne cihê serêşî û sernizmiyê ji xelkê Kurdistanê re. Me bi sedan car ji wan re gotiye, nebin hicet bi destê dewletan, lê ji ber ku ew rêxistineke adyalojî girtî ye, herdem bi pozbilindî bersiv dane. Dema yek baş bala xwe dide Kalkan rûşûştî û derdê dilê rêberên PKKê dibîne. Jixwe vê pozbilindî û xwedîtinê serkirdeyên PKKê gihandine vê rojê.

Derbarê zanyariyên ku Kalkan besa wan dike, Kalkan behsa alîkariya PKK dike di şerê Heftenîn de, ha jê tune ku qet hêzên Iraqê li wê navçeyê nebûne, ku şerek çêbûbe û PKK alîkariya Hêzên Pêşmerge kiribe. Her ji bo dîrokê jî, hemû gotinên Kalkan derbarê derbarê azadkirin û alîkarîkirin û kar û çalakiyên hevbeş, ti rastiya wan tune. PKK qet kar û çalakiyên hevbeş bi PKKê re nekiriye. Ew şerên 40 salên derbasbûyî yên ku Kalkan behsa wan dike, hemû li dijî tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û piştre li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê û dezgehên wê yên rewa bûne. Tenê hinek şerê wan li meydana rast a wan de bûye.

Kalkan behsa hevalê me birêz Zeîm Alî dike. Di wê sal û dema ku Kalkan behsa wê dike, heval Zeîm Alî ne li sînorê Badînan bû û li sînorê Hewlêrê bû.

Em nizanin ku Kalkan bi çi lojîkekê gelek caran dûbare dike û dibêje em ji bo rizgarkirina Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê? Ew ji Tirkiyê reviyane û li vir jî gelek caran û heya niha jî alîkariya Hikûmeta Iraqê dikin. Dawiya salên 80, PKK 6 kadriyên PDKê girtin û ew dan destê Hikûmeta Beisê ya Iraqê. Niha jî PKK hevpeyman e bi neyarê Kurdistanê re li Şingal û cihên din.

Di cihekî din de Kalkan behsa Hevalê me birêz Azad Berwarî dike, lê ew mijara ku behsa wê dike, ti rastî jê re tune ye û jixwe wê demê Kekê Azad ne endamê Polîtburoya Pkê bû. Li cihekî din jî Kalkan behsa navê cenabê serok û Şehîd Adrîs Barzanî dike, li wir jî tiştên nerast dibêje û xuya dike ku çiqasî haya Kalkan ji PDKê tune ye, ji ber ku wê demê kursiyê cîgirê serokê PDKê tune bû.

Di berdewamiya axaftinên xwe de, Kalkan dibêje, qaşo PKK xwestiye Cenabê Serok Barzanî bikin serokê netewî!! Em hemû dizanin ku PKK ne di wê astê de ye û mafê PKK tune ye ku ti kesî bike serokê netewî û yê ku wê biryaryê bide tenê xelkê Kurdistanê ne.

Kalkan dibêje, lihevkirina PDK û Tirkiyê heye ji bo tunekirina PKKê. Berûvajî, di wan salên ku wî behsa wan kiriye, Hikûmeta Tirkiyê ji ber PKKê berdewam gef li PDKê kiriye.

Kalkan dibêje, şerê PDK û YNK hebû sala 1990, lê me ew lihev anîn. Lê di wê salê de pêwendiyên PDK û YNK gelekî biqiwet bûn û herdu bi hevre di Bereya Kurdistanî de bûn û bername ji raperînê re datanîn.

Kalkan behsa rêkeftinekê dike ku di meha 1ê sala 1996ê de hatiye kirin, û bi vê gotinê êrîşa berfireh a PKK li ser Başûrê Kurdistanê hat bîra me, ku çawa di şev û rojekê de êrîş kirin ser 25 navendên Pêşmerge û çawa gelek Pêşmerge şehîd û birîndar kirin.

Wek xuya dike, jixwe zanyariyên Kalkan hemû nerast in, gotinên wî bêlojîk in. Ma Kalkan dipirse: (Pêşmerge li Çiyayê Metîn çi dikin û çima hatine? Ew gelekî PKK mezin dike, û dibêje em şerê NATO dikin. Metîn axa Başûrê Kurdistanê ye û Pêşmerge hêzeke yasayî û fermî ye li Herêma Kurdistanê. Pirsa me jî ev e, kê maf daye Kalkan ku nehêle Pêşmerge li ser axa xwe tevgerê bike? PKK şerê cihê ku jê reviyaye nake, lê cihê xwe lê girtiye, şerê xwe difroşe me û Pêşmerge şehîd dike û tew xwe wek rêveberî dide xuyakirin.

Tevî wê yekê ku gotinên Duran Kalkan ji serî heya binî xapandin û îdiayên bi meram in, di heman demê de rastiyeke gelek tal jî derdixe holê ku serkirdeyên PKKê rijd in li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê û hikûmet û saziyên rewa û berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê, ji bo vê jî amade ne ku hemû reftar û xapandin û peymanên veşartî bikin, lê divê du rastiyan li ber çavan bigrin, xelkê Herêma Kurdistanê bi giştî, bi dirûşmên îdeolojiya PKKê naxapin û bi qenaeta mezin dakokî li statu, destkeft û axa xwe dikin. Ya duyem jî; rûbirûbûna serkirdeyên PKKê ligel wan xortên nav PKKê ku bi navê Kurd û Kurdistanê ketine pey wan, ku şerê Kurd û Kurdistanê bi wan didin kirin, gelek nêzîk e.

Beşê Rojnamevanî yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê

24.6.2021”