Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li nûnerê Amerîka di şerê DAIŞê de kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li nûnerê taybet yê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşema 23.6.2021 li Hewlêrê pêşwazî li nûnerê taybet yê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî de John Godfrey û şanda pê re kir.

Di hevdîtin êde pêşhat û guhertinên li Iraq û Sûriyê û gef û şerê DAIŞê hat axaftin.

Nûnerê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî de nîgeraniya xwe li ser zêdebûna gefên DAIŞê li hinek deverên Iraq û Sûriyê nîşan da û têkestî li ser girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge û artêşa Iraqê di nehîştina wan gef û metirsiyan de kir.

Wî berpirsê Amerîkî da zanîn, hefteya bê dê li paytexta Îtaliya civînek taybet li ser şerê li dijî DAIŞê were lidarxistin.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê jî spasiya hevpeymaniya navdewletî kir ji ber piştevanîkirina Pêşmerge û aktîfkirina navendên hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê girîng zanî bo nehîştina gef û metirsiyên DAIŞê.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku girîng e şandeke Herêma Kurdistanê jî beşdarî civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Romayê bibe.