Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encumena Wezîran bûdceya Herêma Kurdistanê nirxand

Hewlêr-KDP.info- Bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encumena Wezîran civîna heftane encam da.

Di civînê de Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab zanyariyên zêdetir û pêwîst li ser hejmar û datayên taybet bi dahat û xercî û kurtanîna nav budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2021ê pêşkêş kir.

Piştî gotûbêj û danûstandina ramanan li ser têbînî û mijarên cihê balkêşiyê ku ji aliyê endamên Encûmena Wezîran ve hatiye eşkerekirin, biryar hat dayîn ku Wezaretên Darayî û Aborî û Pilandanîn û Çavkaniyên Sirûştî bi hemahengiya ligel Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê, civîna pêwîst encam bidin ligel lijneyên taybetmend ên Parlamentoya Kurdistanê (darayî û karûbarên aborî, çavkaniyên sirûştî û yasayî), ev tevî civîneke taybet ligel hemû fraksiyonên li nav Parlamentoya Kurdistanê, ji bo pêdana berçavroniya zêdetir û pêkanîna hevfêmkirineke hevbeş di navbera hikûmet û parlamentoyê de, da ku projeyasayeke şefaf û giştgîr were amadekirin û piştî pesendkirina ji aliyê Encûmena Wezîran ve, ji bo dengdanê bişînin Parlamentoya Kurdistanê.