Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Şah Urdinê li ser rewşa navçeyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 23.06.2021 Şah Abdullahê duyem, Şahê Şahnişîna Urdina Haşimî, li Koşka Huseyniye li Emman, pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku Şahzade Feysel Bin Hisên û Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê amade bûn, peywendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê nirxandin û tekezî kirin li ser bihêzkirina wan peywendiyan di hemû waran de.

Herwiha pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê guftûgo kirin û Şah Abdullah piştgîriya Urdinê ya ji bo Iraqê dûpat kir.

Herdu aliyan dakokî li ser pêwîstiya bihêzkirin û yekxistina hewlên navdewletî û herêmî yên di çarçêweya stratejiyeke giştgîr ya ji bo şerê dijî terorê û tundî û karê hevbeş ji bo bihêzkirina aramiyê li navçeyê kirin. Herwiha behsa encamên nexweşiya Koronayê bi taybetî di warê abûriyê de kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pêzanînên xwe ji bo rola Şah Abdullahê duyem û Şahnişîna Urdinê di piştgîriya berdewam a bo Herêma Kurdistanê nîşan da û balkişand li ser peywendiya dîrokiya di navbera herdu aliyan de û amadehiya Herêma Kurdistanê jî nîşan da ji bo ku di hemû warên girîng û hevbeş de alîkariya li gel Urdinê bike û tekezî li ser girîngiya ber bi pêşvebirin û berfirehkirina warên alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Urdinê kir.