Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Brîtanya: Em rijd in li ser parastina Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand Brîtanya û welatên Hevpeyman rijd in li ser parastina Herêma Kurdistanê ji êrîşan û aramiya Herêmê bi fakterêke serekî ya aramiya Iraq û navçeyê dizanin.

Îro Çarşema 21.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ragihand Brîtanya û welatên Hevpeyman rijd in li ser parastina Herêma Kurdistanê ji êrîşan û aramiya Herêma Kurdistanê bi fakterêke serekî ya aramiya Iraq û navçeyê dizanin.

Her di vê civînê de proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha gefên li ber hilbijartinên paşeroja Iraqê hate nirxandin.

Di beşeke dinê vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge û Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevanî û hevkariya welatê xwe ya ji bo serxistina çaksazî û çalaktirkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dûpat kir.