Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza Norwêcê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoza Norwêcê li Iraqê kir.

Îro Çarşema 23.06.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Tone Allers Balyoza Norwêcê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û gefa terorê hate guftûgo kirin û ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê.

Her di vê civînê de pêngavên ji bo pêkanîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên emniyên Iraqê û her wiha yekxistin û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi erênî wesif kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Norwêcê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî spasî rol û bandora Norwêcê ya li yarmetîdana koçberan û karubarên xêrxwazî û beşdarbûna li Hevpeymaniya Navdewletiya ji bo şerê li dijî DAIŞê kir.