Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Serokê nû yê Îranê kir

Hewlêr-KDP.info- Roja Şemiya 19.06.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiya serkeftinê li Îbrahîm Reîsî Serokê nû yê Komara Îslamiya Îranê kir ku li hilbijartinên doh da, Serok Komarê nû yê Îranê hate hilbijartin.

Di nameyek da ku bi vê helkeftê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşkêşî Serok Reîsî kiriye, ji bilî pîrozbahî û hêviya serkeftinê li post û erkê wî yê nû da, hêvî xwestiye li serdema Serokayetiya birêz da peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş zêdetir bê pêşxistin û warên alîkariya Hewlêr û Bexda li gel Tehranê bi navê aramiya her du aliyan û navçeyê da, bê berfirehtir kirin.