Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir û di wê hevdîtinê de, şanda mêvan sersaxî ji Serok Barzanî re xwest ji ber şehîdbûna wan Pêşmergeyên ku ji aliyê PKK ve li çiyayê Metîna hatibûn şehîdkirin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest.
Îro Çarşema 16.06.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Bell Richard Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye û şandeke li gel da kir.
Di hevdîtinê de Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê sersaxiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku ji ber şehîdbûna wan Pêşmergeyên ku ji aliyê PKK ve li çiyayê Metîna hatibûn şehîdkirin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest. Her di vê civînê de Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye rewşa meydanî ya hewlên Hevpeymanan ya ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriye ji bo Serok Barzanî xistin rû.
Di beşeke dinê vê civînê de dirustkirina navenda hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê yên ji bo parastina navçeyên li gefa terorîstan û her wiha hengavên ji bo pêkanîna hêzên hevbeşî ya herdu aliyan ji bo heman mebestê bi girîng û berhemdar wesif kirin.
Hewlên ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge û encamdana çaksazî ya li Wezareta Pêşmerge mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye wê yekê xisterû ku yekxistina Pêşmerge ji aliyê welatên hevpeyman ve girîngiyeke xwe ya taybetî heye.