Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mehmûd Mihemed: PKK dixwaze bi zorê Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bikşîne nava şer

Hewlêr-KDP.info- Di gotarekê de, Berdevkê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed got, PKK dixwaze bi zorê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bikşîne nava şer.

Mehmûd Mihemed di serî de behsa dîroka Kurdan kir û wiha got: “Hemû şoreş û hewlên Kurdan ji bo avakirina dewleta xwe, li hindurê Kurdistanê kêşe û arîşe ji bo wan hewlan hatine derxistin, ew kêşe û arîşe jî bi piştgirtin û têkelî bûne ligel welatên derdorê.”

Berdevkê PDKê wiha got: “Dewletên navçeyê hevahengî û karê berdewam kirine ku Kurdistan nebe xwedî yek lêveger, ji ber ku dizanin eger yek lêveger ji Kurdan re çêbibe dê pêgeh û pêşeroja Kurdistanê bihêztir bike.”

Mehmûd Mihemed wiha domand: “PDK gelek caran qurbanî ji bo mafên xwe daye ji bo ku yekrêziya Kurdan hebe. Lê hinek dewletên derdorê berdewam hewl didin ku PDK bi pirsgirêkên biçûk mijûl bikin, ji bo ku PDK xwe bi karên mezin mijûlî neke û bi dûv armancên xwe yên mezin nekeve.”

Derbarê pirsa PKKê, Mehmûd Mihemed wiha got: “Her ji piştî raperîna sala 1991ê û avakirina yekemîn hikûmet û parlamento li Herêma Kurdistanê ve û heya niha, PKK dijminatiya Herêma Kurdistanê dike û itîrafê bi deselata Kurdistanê nake. Ji ber çekdarên PKKê bi sedan gundên ser sînor mane bêxizmet û avedanî û niha bi sedan gundên din jî li Herêma Kurdistanê vala dibin. PKK bi zorê dixwaze Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bikşîne nava şer. Li aliyekî din jî, li her navçeyeke dinî Kurdistanê ku Heşda Şeibî ew navçe xistibe destê xwe de, PKK jî li wê navçeyê heye û pişta wan digrin. Li Şingalê jî PKK nahêle rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin. Rêkeftina Şingalê hatiba cîbicîkirin, dê rê veba ji bo çêbûna rêkeftinan li navçeyên din ên Kurdistanî.”

Di dawiyê de, Mehmûd Mihemed wiha got: “Baweriya gelê Kurdistanê bi PDK û bi Serok Barzanî tê ji ber ku dizanin doza gelê Kurd di destekî emîn de ye û hemû hewlên xwe dide ji bo ku Kurdistan pêşkeftinên zêdetir di hemû waran de bidestve bîne.”