Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rastiya bûyera şehîdkirina Pêşmergeyên Kurdistanê li Çiyayê Metîn

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hoşyariya Niştimanî yê Wezareta Pêşmerge Emîd Usman Mihemed Mistefa ragihand, ew gotinên ku dibêjin balafiran li Pêşmergeyan dan, derew in, ji ber ku li gorî lêkolînan çekdarên PKKê rokêtên dijî tankan avêtine otomobîla Hêzên Pêşmerge. Herwiha got ku zanyariyên rast û dirust di destê wan de hene ku çekdarên PKKê bi wî karî rabûne.

Emîd Usman Mihemed Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew gotinên ku dibêjin, balafirekê li ser Çiyayê Metîn li otomobîla Pêşmerge daye, nerast in û otomobîla Pêşmerge rokêtên dijî tankan lê ketine. Wê demê ti balafir li asman nebû. Medyayên PKKê û hevsozên wan dixwazin xelkê bixapînin. Yên dibêjin balafirê li Pêşmergeyan dan, belgeyan wan çi ye?.”

Mistefa wiha got: “Çekdarên PKKê kemîn ji wan pêşmergeyan re danîbûn û di serî de bi çekên sivik êrîşî Pêşmerge kirin û piştre rokêtek hat teqandin û bi aliyê otomobîla zirhî ya Pêşmerge de hatiye û di encamê de ew rokêt li otomobîla Pêşmerge ketiye û otomobîl teqandin.”

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hoşyariya Niştimanî yê Wezareta Pêşmerge wiha domand: “Her dema ku balafir tê ser asmanê navçeyê çekdarên PKKê zû xwe vedişêrin û berî ku balafir bighê zanyarî ji wan re tên. Eger balafir hatibe û li otomobîla Pêşmerge dabe, çima wê demê çekdarên PKKê xwe neveşartine ji tirsa balafirê, ku di dema hatina balafirê de gule berdane otomobîla Pêşmerge.”

Emîd Usman Mihemed Mistefa wiha got: “Di nava birîndarên Pêşmerge de, birîndar hene ku bi guleyên çekdarên PKKê birîndar bûne. Ev jî belge ye ku çekdarên PKKê êrîş kirine û belge ye ku balafir wê demê nehatiye navçeyê, ji ber ku eger balafir hatiba dê çekdarên PKKê xwe veşartibana û di wê demê de êrîşî otomobîla Pêşmerge nedikirin.”