Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Şêxêkî Hoza Şemerê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêxêkî Hoza Şemerê kir.

Îro Dûşema 07.06.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Feysel Hirûş Elcerba yek ji şêxên Hoza Şemerê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa emnî û debar û guzeraniya xelkê li navçeyên ser sînorê Sûriye û Iraqê û Rojavayê Dîcleyê danustandina bîr û ramanan kirin. Herwiha tekez li ser dostayetî û birayetî û pêkvejiyana pêkhatên olî û neteweyiyên navçeyê kirin.