Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Zêbarî: Hêzên Tikriyê tên navçeyê PKK êrîşî wan nake, Pêşmerge tên êrîşî wan dikin

Hewlêr-KDP.info- Çekdarên PKKê bi salan e ku bûne çavkaniya arîşe û pirsgirêkan ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî jî dibêje, em nikarin êdî bêdeng bimînin li hemberî karên PKKê.

Babekir Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bi eşkere şerê xwe difroşe Herêma Kurdistanê û beşek ji axa Herêma Kurdistanê dagîr kiriye. PKK mebesta wê dagîrkirine û her cihek ku bikeve destê wê de amade nîne ku berde. Divê xelkê Herêma Kurdistanê bipirsin PKK li ser axa me çi dike.”

Zêbarî wiha got: “Karên PKKê li dijî xelk û hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê terorîstî ne. Çekdarên PKKê li navçeyên Hacî Umran û Sîdekan û Çemankê û Amêdiyê kemîn ji Pêşmerge re danîne û riyên Pêşmerge bombe kirine. Heya bi xelkê sivîl bûne armanca wan. Hêzên Tikriyê tên navçeyê çekdarên PKK êrîşî wan nakin, lê Pêşmerge tên êrîşî wan dikin.”

Babekir Zêbarî wiha domand: “Pêwîst e PKK ji axa Herêma Kurdistanê derkeve, eger dernakeve jî, pêwîst e bi zorê were derxistin. Bila êdî xelkê me nebin qurbaniya siyasetên çewit ên PKKê. Em nikarin êdî li hemberî karên PKKê bêdeng bin.”