Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Em êrişa PKKê ya li ser Pêşmerge bi tundî şermezar dikin

Bexda-KDP.info- Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ragihand, bi tundtirîn şêwe êrişa PKKê ya bo ser Pêşmerge şermezar dike û tekez dike, ew piştevaniyê li hevpeymanên xwe li Herêma Kurdistanê dikin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê daxuyaniyek belav kir û têde êrîşa duh a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bo ser hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Duhokê şermezar kir.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê di wê daxuyaniyê de dibêje, “Em bi dijwarî êrîşa hovane ya duh a PKKê bo ser Pêşmergeyên qahreman ên hevbeşê xwe şermezar dikin.” Balyozxaneya Amerîkayê hevsoziya xwe bo kes û karên qurbaniyan aniye ziman û dibêje: “Em ligel dostên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê radiwestin.”